Yaklaşık 2 İş Günü |
Helbesta gelêrî beşeke sereke ji edebiyata gelêrî ye. Mirovan bi hezaran salan êş û kulên xwe, kêf û şahiyên xwe, mît û destanên xwe, bi gotineke din çanda ku tê de dijîn bi awayekî helbestkî bo nifşên nû veguhastine. Ritim, serwa, melodî taybetmendiyên girîng ên helbesta gelêrî ne ku veguhastina bo nifşên nû hêsan dikin û mayîndebûnê bi xwe re tînin.
Xebatên derbarê helbest/stranên gelêrî di sedsala 17-18mîn de li Ewropayê dest pê dikin û nirxandinên girîng li ser wan tên kirin. Li gorî Herder, ev helbest/stranên gelêrî wê çandê nîşan didin ku di nav de hatine afirandin; herwiha ew, di navbera duh û îro de de pirek in û bi vî awayî dikarin bibin bingeha edebiyata neteweyî jî. Hestên neteweperweriya romantîk jî di nav van nirxandinan de derdikevin pêşberî me.
Stran û cureyên din ên edebiyata gelêrî yên di nav rûpelên Roja Nû, Hawar, Ronahî û Stêrê de, heman helwesta Celadet û Kamiran Bedirxan didin nişandan ku xwestine wî ruhê neteweperweriyê xurt bikin. Lewra ew jî di wê baweriyê de bûn ku edebiyateke neteweyî bi edebiyata gelêrî pêkan e. Di wan stran û çîrokan de zimanê dê û bavan, ruhê bav û kalan û kurdiya xwerû hebû. Ji bo wan jî ew mînakên edebiyata gelêrî pirek bûn di navbera wan û yên berî wan de.
Ev helbest/stranên gelêrî yên berdest jî di navbera duh û îro de roleke weha digirin ser xwe. Xebat, dewama Roja Nû û Edebiyata Kurdî ya Gelêrî-1ê ye. Di cilda pêşî de çîrok û serpêhatî hebûn, di vê xebatê de mînakên helbesta gelêrî ya kurdî yên wek strana kurdî, şer û stranwarî cih digirin ku di nav rûpelên Roja Nû de hatine weşandin.
1 |
![]() |
Bir Kadının Yaşamından Yirmi Dört Saat Stefan Zweig İş Bankası Kültür Yayınları |
36.00 TL
21.60 TL
| 10100 adet Satıldı |
2 |
![]() |
Korku Stefan Zweig İş Bankası Kültür Yayınları |
46.00 TL
27.60 TL
| 9514 adet Satıldı |
3 |
![]() |
Martin Eden Türkiye İş Bankası Kültür Yayınları |
138.00 TL
82.80 TL
| 7026 adet Satıldı |
4 |
![]() |
İçimdeki Müzik Sharon M. Draper Genç Timaş Yayınları |
210.00 TL
157.50 TL
| 6933 adet Satıldı |
5 |
![]() |
Lyon`da Düğün Stefan Zweig İş Bankası Kültür Yayınları |
42.00 TL
25.20 TL
| 4776 adet Satıldı |
6 |
![]() |
Fedailerin Kalesi Alamut Koridor Yayıncılık |
275.00 TL
178.75 TL
| 3583 adet Satıldı |
7 |
![]() |
Genç Bir Doktorun Anıları İş Bankası Kültür Yayınları |
58.00 TL
34.80 TL
| 3290 adet Satıldı |
8 |
![]() |
Ermiş İş Bankası Kültür Yayınları |
36.00 TL
21.60 TL
| 3238 adet Satıldı |
9 |
![]() |
Olasılıksız April Yayıncılık |
390.00 TL
253.50 TL
| 3209 adet Satıldı |
10 |
![]() |
Kızıl Stefan Zweing İş Bankası Kültür Yayınları |
38.00 TL
22.80 TL
| 3044 adet Satıldı |